Di jiyanê da her tişt di nava xwe da dijberê xwe dihewîne. Ev yek qayîdeke diyalektîkt ya xwezayê ye. Gotineke meşhûr heye, “jehr di pîvanê da ye”(zehir dozdadır). Her çi tiştê ji pîvana xwe derbas bibe vediguheze dijberê xwe. Mînak; hingiv li dinyayê tiştê herî şirîn û bi kêr e lê eger meriv zêde bixwe bi jehrê dikeve. Jehr wexta herikî bedena merivan di cî da meriv dikuje lê eger ji aliyê merivên zana û pispor va bi pîvan bê kar anîn, di tibê û bijîşkiyê da ji bo tedawîkirina nexweşiyan û şifayê roleke gelek erênî hildigire. Ango carinan hingiv dibe jehr carinan jî jehr dibe hingiv.
Li gorî min di navbera qencî û xerarbiyê da jî têkiliyeke bi vî rengî heye; qenciyeke teqez û xerabiyeke teqez (mutlak) tune. Yanê meriv di rastiya xwe de qenc jî nîne, xerab jî nîne. Eger qenciyeke teqez hebûya ev sedsal e hezar sal e yan jî deh hezar sal e çima qenciyê zor li xerabiyê nebiriye û serdestiya xwe li darê dinyayê saz nekiriye. Yan jî berevajî wê çima xerabiyeke teqez ne li dar e. Bi ya min meriv di hiş û derûniya xwe da her du hestan (qencî-xerabî) jî dihewîne. Li gorî şert û mercên jiyanê ji her duyan yek derdikeve pêş. Merivên prîmîtîf jî merivên roja îroyîn yên modern jî xwedî heman xisletan in. Heta ez dikarim bibêjim meriv li gorî norm û pîvanên etîk û qenciyê hinekî jî şûnda çûne. Yanê xerabtir bûne. Çima îcar?
Merivên prîmîtîf (nêçîrvan-berhevkar) di şikeftan, holik an jî qulikên dar û beran da dijiyan. Hêj agir peyda nekiribûn, ajal (heywan) kedî nekiribûn an jî genim neçandibûn. Ji bo jiyana xwe bidomînin ji neçarî bi tîr û kevanan, bi gurz û riman nêçîra ajalan dikirin yan jî bi hev ra şer dikirin. Lê roja îro xweyî her tiştî ne, di feza (uzay) yê da bi maşîneyan diçin li ser Hîvê yan jî gerestêrkan (gezegen), lê li gorî merivên nêçîrvan bêtir hevdu dikujin. Xesar û zerara ku ev sed sal e dane xwezayê û ruhberên din ji deh hezaran salên berê pirtir e.
Bi hezaran pêxember, fîlozof, şareza, ewliya, embiya, qasidên qenciyê bi hilgirtina mîsyona qenciyê hatine dinyayê; bi şîret û rêliberxistinan xwestine merivan rast û durist bikin lê tu carî bi ser neketine. Lewra egoya merivan rê li ber her tiştê çê û erênî digire. Ego kujerê xwediyê xwe ye. Merivê ku egoya xwe mirandiye bûye Albert Einstein lê merivê ku xwe li hemberî egoya xwe ranegirtiye jî bûye Adolf Hîtler. Ego qesasê serê meriv e.
Gotinek pêşiyên kurdan a xweş heye: “Bi gur ra dikuje, bi şivên ra dixwe, bi xweyî ra digirî”. Di vir da sê rolên ji hev cuda hene. Gur xedariyê, şivan kêmfirsendiyê, xweyî jî mexdûriyetê dinimîne (temsîl). Esas her çiqas ev hersê rol an jî hest ji hev dûr û cuda bixuyên jî di rastiyê da tu dikarî her sê hestan di merivekî da bibînî. Yan jî li gorî mercên jiyanê dibe ku bibe gur jî, şivan an jî xweyî jî. Tiştên berevajî hev an jî dijberê hev çawa dibe di heman kêliyê de li hev vediguherin û di merivekî-ê da peyda dibin. Esas qencî û xerabî mîna hevalcêwiyên siyamî ne; di bedenekê da xûna wan diherike nav hevdu, ji heman kaniyê avê vedixwin, nikarin ji hev veqetin lê her û her hevdu digevizînin, poz û guhên hev digirin, hevdu diperitînin.
Meriv ji aliye derûnî û hişmendî va dan û bêdan li ser sînorekî zirav û dirêj dimeşe. Ev sînor mîna tayê Pira Siratê tenik e; aliyekî wî xerabî ye aliyê din qencî ye. Divê pir bi baldarî bimeşe, xwe bispêre aheng û hevsengiyeke (denge) hesas. An na îhtimala ketina wî ya herdu aliyan jî weke hev e. (Aliyek xerabî ye aliyek qencî ye).
Di dînê Zerdeşt de pergaleke dualîst a baweriyê li dar e. Xwedayê qenciyê Ahûra Mazda û Xwedayê xerabiyê Ehrîmen dan û bê dan di nava pozberiyeke xedar da ne. Yek merivan ber bi qenciyê va dikişîne yê din jî ber bi xerabiyê ve.
Di dînên Îbrahîmî yên ku wekî şopajoyên baweriyên Someriyan tên bi nav kirin da jî heman xislet û taybetî hene. Her çendî di sewiyeya xwedayan da nebe jî di sewiyeya milyaketan da dualîzmeke berbiçav heye. Heger ne wisa bûya Xwedê çima şeytan afirand? Eger vê yekê bê hemdê Xwedê rû dabe wê hingê ev nakokî û paradokseke mezin nîn e gelo?
Pirs ev e; madem ku merivan di destpêkê de hetanî roja îro rastiya xwe ya ontolojik spartine şerê li dijî xerabiyê çima qet bi ser neketine, her û her xerabiyê zora rastiyê biriye? Çima hezar sal berê li ser xuregê, li ser avê, li ser erdê, li ser maden û petrolê hîn jî şer dikin?
Sedem çavbirçîtiya meriv e, sedem têrnebûna ego û nihiçk (dürtü) ên merivan e. Emrê merivekî maksîmûm sed sal e. Bo mînak; hebûn û zenginiya mêrik an jî jinikê sed salî wiha bigire hezar salî jî bixwe, vebixwe têra heftê heft bavê wî-wê dike lê çav têr nabe. Bi qasî Qarûn zengîn be jî dixwaze zengîntir bibe. Çavkaniyên xwezayê bi sînor in lê daxwaz û hewcedariyên merivên çavbirçî bê sînor in. Cengîzxan û Îskenderê Zilqirne li seranserî dinyayê serweriya xwe saz kirin lê di dawiyê da di erdeki bi qasî bedena xwe da vedikevin.
Meriv ji ber ku ego û çavbirçîtiya xwe zeft nake, hem bi xwe ra, hem bi xwezayê ra hem jî duhberên din ra di nav pevçûn û pozberiyekê da ye ku qet dawiya wê nayê. Lewma jî ji roja roj vir da hefsarê neçêyî û xerabiyê hilgirtiye bi bayê bezê diajo. Bi hezaran sal e nakokî û dubendiya qencî û xerabiyê bûye mijara tevaya dînan, felsefe û etîkê. Bi sedan feylezof, 124 hezar pêxember û qasidên qenciyê hatine û çûne lê erêna (ikilem) ya qencî û xerabiyê ya ku di dil û mêjiyê meriv da asê maye neguheriye.
Pênasekirina têgehên (kavram) qencî û xerabiyê jî wekî gelek têgehên din guherbar (değişken) û îzafî ye; li gorî îdeolojî, bawerî, fikir û ramanan diguhere ango xwedî pênasekirineke standart nîn e. Tiştê ji bo te qenc e dibe li gorî yekî din maneyeke xerab bihewîne. Lewma jî welat û civakên pêşketî û demokratîk piştî tecrûbeyên bi hezaran salan ji bo safîkirin û ji hev veqetandina van herdu têgehan hin gavên radîkal avêtine.
Ji bo bextewariya şêniyên welatê xwe, qencî û xerabî li hêviya niyeta desthilatdariyê û rêveberên dewletê nehiştine. Bi sazkirina hiqûq û demokrasiyê, di warê aboriyê da serdestkirina dadweriyê, azadî, wekhevî û edalet sererast kirine. Di navbera dewletê û welatiyan (vatandaş) da peymanên civakî girê dane. Lewma jî mesûliyetên giran li dewletê bar kirine da ku ji sînorê ku rê li ber binpêkirina mafê civakê vedike derbas nebe.
Îmanûel Kant qencî û xerabiyê wiha bi nav dike: “Daxwaza ku xwe dispêre hîs û hestan xerabî ye, îradeya ku dikeve bin nîrê rêz û rêçikên etîkê (exlaq) û wê bingeh digire qencî ye.”
Dema li tarîxa mirovahiyê ya dêrîn û dirêj mêze dikî ji destpêkê heta roja îro armanca merivan a sereke li darê dinyayê sazkirina qenciyê ye. Tevaya pêxemberan di destpêkê de bi vê armancê xwe dane ser rê. Lê piştî ku erk û desthilatdarî bi dest xistine, fikir û feraseta wan hefsarê dewletbûnê hildigirtiye, îca ew kesên hejar, bindest û xizan bûne zalimên herî mezin. Di Serdema Navîn da gelên Ewrûpayê hezar salî ji destê kes û hêzên ku xwe spartine dogmayên dînî, êş û azarên gelekî giran kişandine. Çi di dema Mihemed Pêxember da çi jî piştî mirina wî di nava Misilmanan de şerê desthilatdariyê û mezheban tu car neqediyaye û îro jî bi gur û geş didome. Her çi gava merivan erk û hêz bi dest xistiye ji qenciyê dûr ketine û xwe li xerabiyê girtine. Balkêş e desthilatdarî ji mêj va xerabiyê, dijrabûn û mûxalefet jî qenciyê dinimîne. Wê hingê hinek pirs û guman di serê meriv da peyda dibin. Gelo meriv di rastiya xwe da qenc e yan li gorî mercên jiyanê bi helwesteke pragmatik nêzîkî qenciyê dibe? Yanê hetanî cila xwe ji avê hilde xwe li qenciyê digire lê piştî firsendê bi dest dixe berê xwe dide xerabiyê.
Welhasil ez dikarim wiha bêjim: meriv di serî de çiqasî bi mebest û niyeteke baş rabe jî piştî ku erk û hêz kire bin destê xwe şûm dibe û ji kontrolê dûr dikeve. Hêz mîna rûbarekî gur û geş e, bi bendavekê pêşî lê were girtin vediguheze enerjiyeke kêrdar, lê eger ev gumrehî neyê kontrolkirin ziyanê dide der û dora xwe. Hêza meriv jî wisa ye; bi hiqûqê, bi sazî û destgehên din neyê kontrolkirin dibe qesasê serê merivan. Wekî hespekî tor e hêz, hefsarê wê neyê şidandin hem zerarê dide xwe, hem zerarê dide siyarê xwe hem jî dide peyayan. Lewma jî welatên pêşketî û demokratîk bi pergaleke ku menfetên tevaya tewekên (katman) civakê dihewîne, hêz û desthilatê dixe bin kontrolê. Lewma jî serok û rêveber nikarin li gorî kêfa dilê xwe tevbigerin. Dizanin ku çavê civakê her li ser wan e. Lê welatên paşketî her tiştî dispêrin niyeta desthilatdariyê û li hêviya hêzeke metafîzîk dihêlin. Di dawiyê da nikulê wan ji herriyê dernakeve û serê wan ji qeda û belayê xalî nabe.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.
More Stories
Kayseri’de ırkçı saldırılara neden olan istismar iddiası: Savcı sanığın cezalandırılmasını istedi
İstanbul’da Ani Kar Yağışı Sürücüleri Mağdur Etti
Trump kendini “Kral” ilan etti